LI REQA, TEBQA Û HELEBÊ XEBATÊN QÎRKIRIN Û SERERASTKIRINA RÊYAN DIDOMIN

Rojava Tv
2 Min Read

Yekîtiya Şaredariyan a herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi çaksazkirina rêya di navbera kantonên Tebqa û Reqayê de ku dirêjahiya wê 14 kîlo metro ye, kiriye.

Li aliyekî din jî Şaredariya Gel a Helebê dest bi projeye çaksazkirina rêyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiriye.

Tevî Rewşa ewarte ya ku herêm têre derbas dibe, lê saziyên xizmetê yên Rêveberiya Xweser ji bo baştirkirina trafîkê di navbera herêman de û hêsankirina tevgera welatiyan, di nava xebatê de ne.

Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Şaredariyan a herêma bakur û rojhilatê dest bi çaksazkirina rêya di navbera kantonên Tebq û reqa de ku dirêjahiya wê 14 kîlo mitreye kiriye.

Berpirsê pirojeyê diyar kir ku heta niha 4 kîlo mitre ji rê hatiye çaksazkirin.

Li aliyekî din jî Şaredariya Gel a Helebê dest bi pirojeya çaksazkirina rêyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiriye.

li gorî Şaredariyê hin rêyên sereke yên di nava herdu taxan de xirab bibûn niha tên çaksazkirin.

Ev xebat piştî ziftkirina rêyên sereke yên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê pêk hat.

Şaredariyên gel ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sal li gorî plansaziya xwe li seranserî herêmê projeyên xizmetê yên curbecur lidar dixin, ji projeyên ku herî zêde tê lidarxistin jî projeyên sererastkirin û qîrkirin rêyan e.

Share This Article