Şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê şehîd Nûreddîn Sofî û sersaxî dan malbatê.
Şêniyên bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û hêzên leşkerî tevlî merasîma sersaxiyê bûn.
Di bin kon de axaftin hatin kirin û hate gotin, alaya şehîd Nûreddîn Sofî dê her berz bimîne.
Beşdaran jî piştrast kirin ku, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
