Ciwanên meclîsa şehîd Rûbar Qamişlo ya li taxa Şêxmeqsûda Xerbî, ji bo Rêber APO nameyek nivîsandin.
Ciwanên taxê li hev kom bûn û li peyama dawiyê ya Rêber APO guhdar kirin.
Piştre ciwanan nameyek ji bo Rêber APO nivîsandin û gotin, me bi rêya ramanên Rêbertî hebûna xwe nas kir, lewre heta dawiyê em ê deyndarê Rêber APO bin.
Her wiha di nameyê de piştrast kirin ku, ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO li ber xwe bidin.
