KOORDÎNASYONA JINAN A RÊVEBERIYA XWESER CIVÎNA XWE YA NÎVÊ SALÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civîna xwe ya nîvê salê li navenda Rêveberiya Xweser a li bajarê Reqayê li dar xist.

Di civînê de Rêveberiya Koordînasyona Gitşî ya Jinan a Rêveberiya Xweser, koordînasyonên jinan ên rêveberiyên xweser ên kantonan, rêveberên deste û nivîsgehên jinan û tevgerên jinan amade bûn.

Di serî de hevseroka gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li ser rewşê bi giştî û rewşa siyasî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û danûstandinên bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re, axivî.

Piştre karûxebat hatin nîqaşkirin û nexşerêyek jî hate danîn.

Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser vekirina perwerdeyên pisporiyê û parastina destkeftiyan hate kirin.

Share This Article