ŞÊNIYÊN HELEBÊ DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin, her wiha hewldan û têkoşîna Rêber APO a ji bo aştiyê silav kirin.

Xelkên herdu taxan, endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û hêzên ewlehiya navxweyî beşdarî meşê bûn.

Meş ji ber çerxerêya El Zeytûn a li taxa Eşrefiyê dest pê kir û ber bi çarxerêya Şehîdên Şoreşê ve bi rê ket.

Li çarxerêya Şehîdên Şoreşê ya li taxa Eşrefiyê, li ser navê Koordînasyona Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan axaftin hat kirin.

Axêveran ew bi bang û pêngavên Rêber APO êb ji bo misogerkirina aştiyê, her wiha piştgirî dan merasîma çekşewtandinê ya koma aştî û civaka demokratîk.

Meş bi silogana “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Share This Article