Bi armanca parastin û pêşxistina zimanê Kurdî Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Helebê mehê carekê rojnameya”Hozar” çap dike.
Rojnameya Hozar ji aliyê gelek mamoste, rewşenbîr, helbestvan û xwendekaran ve tê nivîsandin û di nav xwe de mijarên weke pêşxistina ziman, helbest, wêje, lêkolîn û agahiyên giring dihewîne.
Heya niha 3 hejmar ji Rojnameya Hozarê hatine weşandin û ya çarem dê di vê mehê de were belavkirin.
Li gorî Saziya Zimanê Kurdî, dema weşandin û derxistina rojnameyê, bi hatina madeyên weşanê, gotar û nivîsên beşdaran ve girêdayî ye.
