Bajarokê Til Eran yê ku dikeve başûrê bajarê Helebê, rojane rastî binpêkirinên ewlehiyê yên ji aliyê çekdarên Desthilata Şamê ve tê.
Welatiyekî ji bajarokê Til Eranê ku li Qamişlo dimîne ji Rojava TV re kiryarên ku li bajarokê wî diqewimin aşakere kir û bang li Desthilata şamê kir ku çekdarên xwe kontrol bike.
Piştî çend rojan, 12’emîn salvegera komkujiya bajarokên Tel Eran û Tel Hasilê ye, ku tê de 50 sivîlên kurd li ser destê çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên din hatine kuştin.
Bi nêzhatina salvegera vê komkujiyê, careke din bûyer xwe dobare dikin, lê vê carê li ser destê çekdarên girêdayî desthilata Şamê ye.
Welatiyek ji bajarê Til Eranê “Hisên Til Eran ku niha li bajarê Qamişlo dimîne ji Rojava TV re axivî û diyar kir ku li Til Eranê rojane kiryar û êrîş li ser welatiyan tên kirin.
Hisên Til Eran daxwaz kir ku desthilata Şamê bi rola xwe rabe û binpêkirinên ku çekdar li ser welatiyan pêk tînîn rewestîne.
Li gorî mafnasan, li bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên ku dikevin başûrê bajarê Helebê, ji ber binpêkirinên heyî û berdewam, rêjeya Kurdan gelekî kêm bûye û yên ku li wir mane jî, rastî binpêkirin û zextan tên.
