BELAVKIRINA KARTÊN EZMÛNAN BO XWENDEKARÊN NAVÎN ÊN MÎNHACA REJÎMA BERÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
2 Min Read

Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro pêvajoya belavkirina kartên ezmûnan ên xwendekarên qonaxa navîn ên li gorî xwendina rejîma berê, da destpêkirin.
Pêvajoya belavkirinê îro û sibe dewma dike.

Di berdewamiya peymana ji bo lidarxistina ezmûnên xwendekarên li gorî mînhaca xwendinê ya rejîma berê, komîteya ku ji hêla Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatî damezrandin, îro dest bi belavkirina kartên ezmûnan ên xwendekarên qonaxa navîn kir.

Li Qamîşlo, ji serê sibê ve bi sedan xwendekar ji bo wergirtina kartên xwe serî li Navenda Yekîtiya Mamosteyan û Dibistana a Ibn El-Nefîs dan.

Di şopandina pêvajoya belavkirinê de, Rojava TV bi Azad Hisên, Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Qamişlo re, li ser mekanîzmaya belavkirinê û hejmara kartên belavkirî, hevpeyvîn kir.

Her wiha li Kantona Reqayê jî, Desteya Perwerdeyê îro sibê, dest bi belavkirina kartên ezmûnan li xwendekarên dibistana navîn kir.

Xwendekar bi awayekî rêkûpêk gihîştin navenda belavkirinê û di nav tedbîrên ku ji hêla rêveberiyên dibistanan û karmendên xwendinê ve hatine girtin, kartên xwe wergirtin.

Hêjayî gotinê ye ku pêvajoya radestkirinê kartan bi awayekî şexsî tê meşandin, piştî ku xwendekar belgeyên wekî nasnameya kesayetî an belgeyên fermî pêşkêş bikin.

Li gorî Desteya Perwerdehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, belavkirin dê li ser du rojan 18 û 19ê Hezîranê dewam bike .

Share This Article