Şaredariya Gel a Kantona Reqayê di çarçoveya planên xwe yên sala 2025’an de, rêyên kantonê çeksaz dike.
Şaredariya Gel di qonaxa yekemîn de rêyên xerabe ji bo ziftkirinê amade dike.
Li gorî Şaredariya Gel a Kantona Reqayê armanc ji projeyê başkirina rêyan û birêxistinkirina tevgera trafîkî û kêmkirina qezayên tirafîkî li kantonê ne.
Projeya sererastkirina rêyan li kantona Reqayê gaveke girîng ber bi baştirkirina binesaziya herêmê ve ye.
