Endama Komîteya Perwerdeyê ya Konger Star Raniye Hemo ji Rojava TV re behsa nameya rêbertî ya ji bo Jîneolojiyê û rola jinan a di nava civakê de kir.
Raniye Hemo kêfxweşiya xwe ya ji bo nameya rêber Apo anî ziman û got rêber Apo ji bo bidestxistina mafê jinan herdem têdikoşe.
Di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk ragihand, piştî bangê jî rêber Apo name ji gelek aliyan re şandin.
Banga ku Rêbertî kirî û nameyên ku şandî rastî pêşwaziyeke gerim tên.
Di vê çarçoveyê de Endama Komîteya Perwerdeyê ya Konger Star Raniye Hemo ji Rojava TV re behsa nameya rêbertî a ji bo Jîneolojiyê û rola jinan a di nava civakê de kir.
Raniye Hemo kêfxweşiya xwe ya ji bo nameya rêber Apo anî ziman û got rêber Apo ji bo bidestxistina mafên jinan herdem têdikoşe.
Her wina Raniye Hemo da zanîn ku di şoreşa rojavayê kurdistanê de jinan karîn rol û misyona xwe bileyizin û xwe di nava civakê de îsbat bikin.
Di 9’ê hezîrana sala 2025’an de Rêber Abdullah Ocalan ji bo Jîneolojiyê nameyek şand û destnîşan kir ku projeya wî ya derbarê jinê de ku nîvçe mabû êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye her wiha Rêber Apo guleke ku li hewşa girtîgehê çêbûye jî şand.
