Piştî hevdîtina dawî ya 18’ê gulanê ya Şandeya Dem Partî bi rêber apo re, rêber Apo peyamek şand.
Rêber APO di peyama xwe de girîngî da Aştî, Demokrasî, biratiya gelan û ji bo Rojhilata Navîn pêşerojek ji civaka demokratîk pêşniyar kir.
Derbarê de Endamê Meclisa giştî ya PYD’ê Welîd Dîngilî anî ziman ku biratiya gelan a di navbera Kurd, Ereb û Tirkan de, dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike.
Rêveberiya PYD’ê a Qamişlo Şêrîn Dawûd tekez kir ku nameya rêber Apo ya aştiyê pilanên dewletên kapîtalîst têk bir, li tevahî cîhanê deng veda û bû cihê pêşwaziyê.
Rêber Apo di peyama xwe ya vê dawiyê de tekez kir ku cewherê têkiliyên Kurd û Tirk cuda ye, ya tê xirakirin têkiliyên xwişk û biratiyê ye, ew xefik û mayînên ku vê tikiliyê xirab dikin, em ê paqij bikin.
