Kompanyaya Rcell îro ragihand ku dê, xizmeta Volte anku ‘’têkiliya bi deng’’ li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Aktîv bike.
Kompanyaya Rcell ji bo aktîvkirina xizmeta Volte daxuyaniyeke çapemeniyê li bajarê Qamişlo da.
Endamê kompanyayê Hisên Badilî derbarê aktîvkirina xizmeta Volte de axivî û got: ew dixwazin xebatên xwe li herêmê zêdetir pêş bixin, da ku gelê herêmê zêdetir sûdê ji kompanya wan bigirin.
Her wiha Badilî tekez kir ku tevî hemû şert û mercên herêm tê re derbas dibe jî, lê dîsa ew hewl didin ku hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin.
Li gorî kompanyayê bi rêya xizmeta Volte dê welatî bikarin têkiliyên bi deng, li gel kesên ji derveyî sînorê herêmê jî daynin.
KOMPANYAYA RCELL DÊ XIZMETA VOLTE LI HERÊMÊ AKTÎV BIKE
