Tevgera Ciwanên Şoreşgerî û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Helebê ji bo bibîranîna Şehîd Alî Haydar Qeytan û Riza Altûn, çalakiyek li dar xistin.
çalakiya bîranînê li hola civînan a MSD’ê ya li taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin.
Endamên tevgera ciwanên şoreşger, jinên ciwan û ciwanên sazî, meclîs û komînan beşdar bûn.
Di çalakiyê de sînefizyonek li ser berxwedan û têkoşîna herdu pêşengên PKK’ê Alî Haydar Qeytan û Riza Altûn a li çar perçeyên kurdiatnê hat pêşandan.
Çalakî bi dirûşmên şehîd namirin bi dawî bû.
