XEBATÊN JI BO AVAKIRINA ŞANDEYEKE KURDÎ DEWAM DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Hêvî Mistefa Têkildarî konferansa Yekrêziya Kurdî ji Rojava TV re axivî û diyar kir, di demekê de ku xeterî li ser destkeftiyên Rojava hene, lidarxistina konferansê pêwîst bû.

Her wiha Hêvî Mustefa got, pêwîst e şandeya Kurdî ku dê dîyalogê bi Şamê re bike, di demeke nêzîk de were avakirin.

Di 26’ê Nîsanê de, li bajarê Qamişlo konferansa “Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kursitanê” hat lidarxistin.

Nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn û di belgeya siyasî ya konferansê de daxwazên gelê Kurd hatin aşkerekirin.

Têkildarî mijarê Cîgira Hevserokatiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Hêvî Mistefa ji Rojava TV re axivî.

Hêvî Mistefa diyar kir, di demekê de ku xeterî li ser destkeftiyên Rojava hene, lidarxistina konferansê pêwîst bû û ji bo tevahî gelê sûriyê bû cihê hêviyê.

Her wiha Hêvî Mustefa got, pêwîst e şandeya Kurdî ku dê dîyalogê bi Şamê re bike, di demeke nêzîk de were avakirin.

Li gorî agahiyan Şandeya Kurdî ya danûstandinan dê ji nêzîka 10 kesan pêk were, lê ta niha navên wan kesan nehatine aşkerekirin.

Share This Article