DI ROJA SÊYEMÎN A OPERASYONÊ DE 4 DAIŞ’Î LI KAMPA HOLÊ HATIN GIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja sêyemîn a operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, her wiha çekeke kalaşinkov, rextek û hejmarek mermî jî hatin desteserkirin.
Rêveberên operasyonê jî dibêjin, operasyon li gor plansaziya xwe bi rê ve diçe û heta têkbirina şaneyên razayî ew ê kar bikin.

Operasyona ewlehiyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD’ê û YPJ’ê ve li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de didome.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja sêyemîn a operasyonê de 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, her wiha çekeke kalaşnîkov, rextek û hejmarek mermî jî hatin desteserkirin.

Berdevka ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal ji Rojava TV re ragihand ku, operasyon li gor plansaziya xwe bi rê ve diçe.

Endamekî hêzên operasyonên taybet ku bi ser kozikeke şaneyên razayî de girt û çek dît, behsa metirsiya şaneyên DAIŞ’ê dike.

Kampa Holê weke bombeya li ber teqînê tê naskirin û li gorî raporên navdewletî weke metirsîdartirîn kamp tê dîtin. Tevî ku Rêveberiya Xweser bang li welatan dike ku welatiyên xwe werbigrin, lê ta niha gavên pratîkî nehatine avêtin.

Share This Article