XELKÊN QAMIŞLO BI MERASÎMEKÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD MAZLÛM Û ZULFEQAR OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê Qamişlo îro bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Zulfeqar Qamişlo li oxrkirin û gerîlayê HPG’ê şehîd Mazlûm Yekta jî bi bîr anîn.

Beşdarên merasîmê soza parastina destkeftiyên şehîdan dan û gotin, bi saya fedekariyên şehîdan ew di nava aramiyê de jiyan dikin.

Îro bi sedan Xelkên bajarê Qamişlo ,sazî û dezgehên Rêveberiya xweser bi merasîmeke girseyî şervanê QSD’ê Zulfeqar Qamişlo (Mihemed Mihemed) ku 25’ê Çileyê li Eyn Îsayê şehîd bûbû li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxr kirin.

Her wiha ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Mazlûm Yekta (Mihemed Şêx Hemdî) ku 15’ê Sibata îsal li Qendîlê şehîd bûye, merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.

Di merasîmê de ser navê Hêzên leşkerî, Meclisa Malbatên Şehîdan û kongreya Îslama demokratîk axaftin hat kirin

Di merasîmê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin şermezarkirin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan hat nûkirin.

Her wiha hat diyar kirin ku, Şehîdan bi fedekarî û qehremaniya xwe welat parastin û navên xwe di rûpelên dîrokî de nivîsandin.

Pitşî axaftinan, nasnameyên herdu şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel bi tilêlî û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” cenazeyê şehîd mazlûm û zulfeqar spartin axê.

Share This Article