ŞÊNIYÊN TIRBESPIYÊ JI BO 3 CANGORIYÊN AZADIYÊ MERASÎMEK LI DAR XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Tirbespiyê ji bo 3 cangoriyên azadiyê li goristana şehîd Dilşîr a gundê Digirê merasîmeke girseyî li dar xistin.

Beşdarên merasîmê soza parastina destkeftiyên şehîdan û berdewamkirina têkoşîna wan ya ji bo avakirina Sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî dan.

Îro bi sedan xelkên bajarê Tirbespiyê ji bo 3 cangoriyên azadiyê li goristana şehîd Dilşîr a gundê Digirê merasîmeke girseyî li dar xistin.

Şervanê Erka Xweparastinê Ebdulrezaq Mihemed di 3’ê Nîsanê de ji ber nexweşiya giran şehîd bû.

Her di merasîmê de nasnameya şervanê QSD`ê Şêro Tirbespiyê bi nasnav Emced El Hebîb û Ayid Tirbespiyê bi nasnav Omer El Hebîb ku di 2’ê Çile de di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûn hate eşkerekirin

Di merasîmê de piştî deqîqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Axêveran tekez kirin ku fedakariyên mezin ên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo parastina ewlekarî, aştiya sivîl û yekîtiya xaka Sûriyeyê encam dane.

Her wiha axêveran diyar kirin ku bi saya fedekarîyên şehîdan, îro em li ser xaka xwe bi ewlehî jiyan dikin.

Pitşî axaftinan, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîd Ebdulrezaq Mihemed bi tilîlî û dirûşmeyan spartin axê.

Share This Article