MECLISA ABORIYÊ YA REQAYÊ DEST BI BERHEVKIRINA BERHEMÊN ŞÎNKATIYÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclîsa Aboriyê ya Kantona Reqayê dest bi çinîna berhemên şînkatiyê yên projeyên kooperatîfan kir.

Di projeyên kooperatîfan de bi qasî rûbera 300 donimî Kundir, Îsot û Bacanên sor û reş hatine çandin.

Piştî pêşkêşkirina xizmetan û gihandina berhem, êdî dest bi berhevkirina wê hatiye kirin.

Şînkahiyên ku hatine çinîn, dê ji bo bazarên navxweyî bên şandin. Her wiha 15 malbatên ku di projeya kooperatîfan de dixebitin, dê sûdê werbigrin.

Piştî vê berhemê dê li gor demsalên salê berhemên cuda bên çandin.

Share This Article