Konger Star ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi meşekê komkujiyên li dijî jinên Elewî yên li beravên Sûriyê şermezar kir.
Bi sedan welatî di bin durişmeya “Em Piştrgiriya Jinên li Beravên Suriyê dikin”, daketin qadan.
Meşê bi sloganên na ji kuştina jinan re û bijî berxwedana jinên Elewî ji pêşiya Eywana 8’ê Adarê dest pê kir.
Meş li gel çerxereya şehîd Gulê Selmo veguherî mitîngê û li wir axaftin hatin kirin û komkujiyên li dijî elewiyan hatin şermezarkirin.
Beşdarên meşê piştrast kirin, mafê jinan li ku derê were xwarin, ew ê li pişta wan bin û piştgiriyê bidin wan.
