Di bin dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokrat e” bi sedan xelkên Dêrikê û gundewarên wê Newroza 2025’an li qada Şehîd Çîçek a bajarê Dêrikê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin li ber sirûda netewî ya ey reqîb dest pê kir, paşê peyama Rêber Abdullah Ocalan a di derbarê Newrozê de hat guhdarkirin û agirê Newrozê jî ji aliyê malbatên şehîdan ve hate dadan.
Di pîrozbahiyê de axavtin hatin kirin, newroz li tevahî gelê kurd hate pîrozkirin û hêvî hate kirin ku, Newroza 2025’an bibe Newroza aştî û azadiyê.
Beşdarên pîrozbahiya newroka dêrikê tekez dikin ku newroza îsal bi tevlîbûna tevahî beşên civak û aliyên siyasî cudabû û rengekî din li şahiyê zêde kir.
Di şahiyê de gelek komên stran, govend û şano berhemên xwe pêşkêş kirin û beşdarên şahiyê jî her govend digerandin û nîşanên serkeftinê bilind dikirin.
