Şêniyên kantona Firatê îro bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Ronîda Ebdo li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir kirin.
Ronîda Ebdo di 17’ê Adarê tevî malbata xwe li Berxbotanê bûn armanca êrîşeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker.
Ronîda di heman roja oxirkirina dayîk, bav, xwişk û birayên xwe de ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû.
Îro bi hezaran şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xwaser Ronîda Ebdo oxir kirin.
Di merasîmê de axaftin hate kirin û êrîşên dewleta Tirk bi tundî hat şermezar kirin. Her wiha sersaxî ji malbatê re hate xwestin.
Paşê nasnameya Şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Girseya gel cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.
