Sibe 7 sal di ser dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker re derbas dibin.
Koçberên Efrînî yên ku 7 salan li Şehbayê bi hêviya vegereke bi rumet li ber xwe dan, îro careke din li warê koçberiyê bi heman armancê hêviyên xwe yên vegerê dihûnin.
Dewleta tirk a dagirker di 18 adara 2018’an de bi bêdengiyeke navnetewî û piştî berxwedana gel a 58 rojan Efrîn dagir kir.
Efrînî da ku xwe ji sûc û hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker biparêzin bi darê zorê ji cih û warê xwe hatin koçberkirin.
Piştî 7 salan ji koçberiya li şehbayê, Efrînî di encama êrîşên çeteyên tirkiyê de careke berê xwe dan rêyên koçberiyê.
Derbarê salvegera 7 a dagirkirina bajarê Efrînê, Koçbera Efrînî ya bi navê Roşîn Elî ji Rojava Tv re got, berxwedana wan ji bo vegereke bi ewle û rumet a ji bo Efrînê ye.
Her wiha koçberê efrînî yê bi navê Mihemed Muslim da zanîn, ew ji ber kiryarên çeteyên Tirkiyê yên li Efrînê nikarin vegerin malên xwe û bang li rêxistinên mirovî kir ku vegereke bi ewle ji koçberan re dabîn bikin.
Ji 18’ê adara sala 2018’an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê sûcên revandin, qetilkirin, dizî, talankirin û guhertina demografîk dimeşînin.
Efrîn bibû navendek ji bo hemêzkirina pêkhateyên li Sûriyê, îro bûye navenda pêkanîna sûcan.
