PIŞTGIRIYA BANGA DÎROKÎ A RÊBER APO ZÊDETIR DIBE

Rojava Tv
1 Min Read

Di 27’ê Sibatê de, şandeya Dem Partiyê bi Rêber APO re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê, Şandeyê li Stenbolê, banga Rêber APO ya Aştî û civaka Demokratîk aşkere kir.

Banga rêber Apo li seranserî cîhanê, rastî pêşwaziyeke germ û piştgiriyê hat.

Derbarê de jî, Rêvebera Meclisa Taxa Eşrefiyê ya Helebê Elîfe Hesen diyar kir ku banga rêber Apo bangeke dîrokî, ya girîng e.

Elîfe Hesen da zanîn ku banga reber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e, lê belê ji bo tevahî gelê ku Mirovahî û Demokrasiyê dixwaze..

Her wiha Elîfe Hesen tekez kir ku ew li pey şopa rêberê xwe ne û divê hemû pêkhateyên herêmê, êdî bi azad û aştî jiyan bikin.

Rêber apo ji bo jinan jî, banga aştî û civaka demokratîk kiribû û di 8’ê adarê de hate parvekirin, rêber Apo di banga ji bo jinan de jî gotibû, pirsgirêka jinê ji pirsgirêka kurd kûrtir e.

Share This Article