li Helebê Ciwanên PYD’ê, bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan, şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn.
Çalakiya bibîranînê li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi pêxistina mûman hat lidarxistin.
Di çalakiyê de endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn.
piştî deqeyeke rêzgirtin li ser navê Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê axaftin hat kirin û Fedakariya şehîdên Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo hat vegotin.
Di dawiya çalakiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.
