WELATIYÊN BAJAROKÊ EL-HIKÛMIYÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD BEŞAR OXIER KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên kantona Reqayê îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Beşar Ebdulselam El ibrahîm oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya bi sedan welatiyên Reqayê, Meclisa cîbcîkar a Reqayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk li goristana Şehîdan a bajarokê El Hikûmiye hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Siwar Reqa û Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Reqayê Zelîxa Ebdî axivîn.
axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman hat oxirkirin.

Share This Article