KOÇBERÊN EFRÎNÎ JI ROJAVA TV RE BEHSA RÊWÎTIYA XWE YA KOÇBERIYÊ DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Her dem û gav, çavê koçberên Efrînê li bendê ne ku careke din warê zeytûnan hembêz bikin.
Koçberên Efrînî yên ku li bajarê Amûdê dimînin, ji Rojava TV re behsa rêwîtiya koçberiya xwe kirin û hêviya vegereke bi ewle kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2018’an de bi hovîtiyeke ne ji rêzê êrîşî bajarê Efrînê kirin.

Piştî berxwedaneke dîrokî ku 58 rojan dewam kir, welatiyên Efrînê neçarî koçberiyê bûn û berê xwe dan Şehbayê.

Lê di sala borî de, careke din xelkên Efrîn û Şehba bi darê zorê hatin derxistin û neçarî koçberiya ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.
‎‎
Yek ji wan koçberan Leyla Şêxmûs, ji Rojava TV re behsa koçberiya xwe kir û dîmenên bi êş yên wê rêwîtiyê vegot.

Koçberê bi navê Ebdilkerîm Bîro jî, bal kişand ser sûcên çeteyan li Efrînê û daxwaza vegereke bi rumet bo bajarê xwe kir.

Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve; koçberên Efrînî daxwaza vegera bi ewle li bajar û gundên xwe dikin.

Lê heya vê kêliyê, ti alî an rêxistinên têkildarî mafên mirovan, nikarin vegereke bi ewle ji koçberan re peyda bikin û ne jî kiryarên di hundir Efrînê de diqewimin bi dawî dikin.

Share This Article