2 meh in dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi bialfirên şer û çekên herî giran bendava Tişrîn, pira Qereqozaq û gundewarên bajar Kobanê bombebaran û topbaran dike.
gelê herêma bakur û rojhilatê sûriyê ji bo parastina bendavê ji kantonên Tebqa, Reqa, Cizîr û Firatê berê xwe didin bendavê û nobetdariya parastinê girtine ser milê xwe, lê dagirkeriya tirk ku tu qanûnan nasnake li dijî nobetdarên bendavê komkujiyan pêk tîne.
şêniyên kantona raqayê jî ku çalakiya nobetê girtibûn rastî êrşan hatin.
Endama nivîsgeha jin a MSD’ê Sebah Xelîl ku ji birîndarên êrîşê ye, ji ROJAVA Tv re behsa hovîtiya dewleta tirk û kêliyên hedefgirtina sivîlan dike.
Rêveberê nexweşxaneya wetenî ya bajarê reqayê Omer El Seîd jî got, ew birîndarên ku ji bendavê tên veguhestin derman dikin û 24 demjimêran jî ji bo vê yekê amade ne.
Tevî hedegrirtina wan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, lê xelkên herêma bakur û rojhilatê sûriyê, nobedariya parastina bendava tişrînê bi gerandina govend û tilîliyên dayikan bi coşeke mezin dewam dikin.
