XELKÊN BAJARÊ KOBANÊ GIHIŞTIN BENDAVA TIŞRÎNÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Karwanê Xelkên kobanê ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ,githişte bendavê.

Îro danê sibê bi sedan xelkên bajarê Kobanê yê kantona Firatê, ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê, da ku tevlî çalakiya nobedariya parastina bendavê bibin.

Karwanê şêniyan piştî danê nîvroj gihiştiye bendavê û ji aliyê xelkên Tebqa, Reqa û Dêrezorê ve hatin pêşwazîkirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 8’ê Çileyê ve ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi dorê nobedariyê dikin.

Ev cara sêyem e ku xelkên Kobanê tev lî nobedariya bendava Tişrînê dibin.

Share This Article