CENAZEYÊ ŞEHÎD Û ŞANOGERÊ KURDISTANÎ BAVÊ TEYAR GIHÎŞT QAMIŞLO

Rojava Tv
1 Min Read

Cenazeyê şehîd û şanogerê Kurdistanî Cuma Xelîl Îbrahîm ê ku bi Bavê Teyar tê nasîn, gihîşt bajarê Qamişlo.

Şanogerê Kurdistanî Cuma Xelîl Îbrahîm di êrişa 18ˋê Çileyê ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bûbû. Îro, danê nîvro ji ber birîna xwe şehîd bû.

Piştî cenazeyê Bavê Teyar di danê êvarê de ji nexweşxaneya Tebqayê hate veguhastin, doh bi şev gihîşt bajarê Qamişlo û di dema cenazeyê di bajarê Hesekê re derbas dibû ji hêla xelkê bajêr ve hat pêşwazîkirin û li têketina bajarê Qamişlo jî ji hêla malbata wî û xelkê bajêr hat pêşwazîkirin.

Di dema li ser Bendava Berxwedanê de bû, moralên welatiyan bilind dikir û di axaftina xwe ya ji ragihandinê re gotibû Bendava Tişrînê Bendava Berxwedanê ye û ji bo wî, li Bendavê be û di nava gelê xwe de serbilindiyeke mezin e.

Share This Article