Komeke din a şêniyên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û piştevaniya bi QSD û YPJˈê re, berê xwe da Bendava Tişrînê.
Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrişan û ji bo piştgiriya bi QSDˈê re, li bendavê di nobetê de ne.
Îro jî komeke din ku ji sedan şêniyên li Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Amûdê û Şedadê pêk tê, bi heman armancê berê xwe dan bendavê.
Karwanên gel ên ku li ber navend û çerxereyên wan bajaran kom bûn li Hesekê gihaştin hev û ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.
