Yek ji şervanên ku bi berxwedana xwe destanên lehengiyê li bendava Tişrînê nivîsandin şehîd Diyar Qamişlo ye.
Malbata şehîd Diyar behsa jiyana kurê xwe yê şehîd kirin û gotin, armanca şehîd bîlal ew bû ku xwedî li welartê xwe derkeve û axa xwe biparêze.
dewleta tirk a dagirrker û çeteyên wê bi dijwarî êrîşî bendava tişrîn, Pira Qereqozaq, bajarê minbic û gundewarên kobanê dike.
Lê ev êrîş rastî lehengî û berxwedaneke bê hempa ya şervanên hêzên sûriya demokratîk QSD’ê tên.
Yek ji şervanên ku bi berxwedana xwe destanên lehengiyê nivîsandin, şehîd Bîlal Îbrahîm bi nas nav Diyar Qamişlo ye, ku di 2 vê çileyê de di encama êrîşa balefireke bê mirov a dewleta tirk a dagirker de li bendava Tişrînê şehîd bû.
Dayika şehîd bîlal behsa jiyana kurê xwe yê şehîd dike û dibêje armanca şehîd bîlal ew bû ku xwedî li welartê xwe derkeve û axa xwe biparêze.
Keça birayê şehî bîlal behsa girêdana şehîd bîlal bi mûzîkê re kir û got, bîlal li gel xebata xwe ya leşkerî stran jî digotin.
Şehîd Diyar Qamişlo di sala 2023 an de piştî şehadeta hevalê xwe çekê ra dike û tevlî nava refên hêzên sûriya demokrat dibe.
