⁣HUNERMENDÊN KOBANÊ PIŞTGIRIYA HPC’Ê Û HÊZÊN EWLEKARIYÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî hilweşandina rejîma Beis’ê, dewleta Tirk a dagirker êrîş û gefên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine.

dagirkeriya tirk ji wê demê ve gefa êrîşa dagirkirinê li bajarê kobanê ku xeleka yekem a têkbirina çeteyên daiş’ê ye dixwe.

li hember gef û êrîşan xelkên kobanê xwe rêxistin kirine û banga seferberiya giştî bersivandine, lewma hêzên parastina civakî her parastina bajêr dikin.

hunermendên kobanê jî ji bo piştgiya bi wan re, daketine kolanan û bi deng û sekna xwe mil bi mil li gel wan di nobetdariyê de ne.

hunermend sedûn kobanê, ji nava nobeta parastinê got ew piştgiriya qsd’ê dikin û xweparastin erk û berpirsyariya her kesî ye.

hunermend şêx nebî baqî xido jî da zanîn ku dagirkeriya tirk ti carî aştî nexwstiye û her şer hidibijêre ew jî di sala nû de bi hêviya aramî û aştiyê ne.

hunermendên herêmê dibînin ku parastin ne tenê erka QSD’ê ye lê belê xweparastin erka her kesî ye û divê ew bi hemû rê û rêbazan piştgiriya QSD’ê bikin û herêmên xwe ji pilanên dijminane biparêzên.

Share This Article