MSD’ê ji bo nîqaşkirina pêşhateyên dawiyê yên li Sûriyê û avakirina Sûriya nû, komxebatek li bajarê Dêrikê li dar xist.
Beşdarên komxebatê tekezî li ser avakirina yekrêziya navmala Kurdî kirin.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê ji bo nîqaşkirina pêşhateyên dawiyê yên li Sûriyê û avakirina Sûriya nû, komxebatek li bajarê Dêrikê li dar xist.
Nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, rewşenbîr û kesayetên serbixwe beşdarî komxebatê bûn.
Komxebatê bi pirsa rola projeya Rêveberiya Xweser ya di avakirina Sûriya nû de û destwerdanên Tirkiyê yên li nav axa Sûriyê dest pê kir.
Beşdarên komxebatê tekezî li ser avakirina yekrêziya navmala Kurdî kirin.
Komxebat bi wergirtina nêrîn û pêşniyarên beşdaran bi dawî bû û piştrastî li ser berdewamkirina dîyalogê hate kirin.
