KONGRA STAR YA QAMIŞLO BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ CIVÎNEK LI DAR XIST

Rojava Tv
2 Min Read

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, Kongra Star ya Bajarê Qamişlo civînek li hola Melekiyê li dar xist.

Di civînê de mijarên weke Rewşa Siyasî, Tundiya Li Ser Jinê û Rewşa Rêbertî ya Li Îmraliyê bi berfirehî hatin nîqaşkirin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 25’ê mijdarê de, Kongra Star ya Bajarê Qamişlo civînek li hola Melekiyê ya li bajêr dar xist.

Civînê bi beşdariya bi sedan Endamên Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk û Rêxistinên Civaka Sivîl hate lidarxistin.

Di civînê de gelek mijarên weke Rewşa Siyasî, Tundiya Li Ser Jinê û Rewşa Rêbertî ya Li Îmraliyê bi berfirehî hatin nîqaşkirin.

Rêvebera Kongra Star ya Qamişlo Leyla Murad tundiya li ser jinan şermezar kir û got, ji bo parastina jinê divê asta têkoşînê were bilindkirin.

Her wiha Rêvebira Kongra Star Xebat Beşîr jî diyar kir ku jinên herêmê bi saya fikir û felsefeya Rêbertî xwe azad dikin.

Komeleya Giştî ya NY di 17’ê Kanûna yekemîn sala 1999’an de biryar da ku 25’ê Mijdarê, roja qetilkirina xwişkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê.

Biryara mezinkirina têkoşîna jinan ên di asta cîhanê de, êdî ji bo her jinekê bûye prensîba jiyanê.

Share This Article