MSD’Ê KOMXEBATA JIN Û TUNDIYA SIYASÎ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya Roja cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk ‎MSD komxebatek bi sernavê jin û tundiya siyasî li reqa li dar xist. ‎
Komxebat bi beşdariya 50 kesayetên ji saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclisên jinan û rûspiyên herêmê ‎hate lidarxistin.‎
Di komxebatê de mijarên “Tundiya siyasî li ser jinên Sûriyê berî krîza Sûriyê” û “Astengiyên ku jinan di ‎tundiya siyasî de kişandine ” hatin nîqaşkirin.‎
Her wiha hate gotin, Jinên Sûriyê beşeke sereke ya mozaîka civakî û çandî ya Sûriyeyê ne û roleke ‎girîng di hemû qadên jiyanê de lîstin.‎
Komxebat bi encamnameyekê bidawî û têde hate tekez kirin ku, divê pergala navendî ya ku bibû ‎sedema hegemoniya hişmendiya baviksalarî bidawî bibe , tundiya siyasî ya li dijî jinan were belgekirin, ‎asta têkoşînê were bilindkirin û domandina lidarxistina komxebatên jinan.

Share This Article