RÊVEBERIYA XWESER BO ŞOPANDINA OPERASYONA “EWLEHIYA DOMDAR” SERDANA HOLÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê hevdîtin bi rêveberiya kampa Holê re kir û Operasyona Ewlehiya Domdar jî şopand.
Hemwextî ku Operasyona Ewlehiya Domdar li kampa Holê di roja 5ˈan de dewam dike, şandeyek ji Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê îro serdana kampê kir.
Endamên şandeyê ku bi Rêveberiya Kampa Holê re hevdîtin kirin, li ser astengiyên li pêşberî niştecihên kampê, lawaziya alîkariyên navneteweyî û xetereya şaneyên çeteyên DAIŞˈê axivîn.
Endamên şandeyê hevdîtin li gel hêzên Operasyona Domdar jî kirin û rêveçûna operasyonê şopandin.
Di hevdîtinê de hate gotin, divê çareseriyeke domdar ji pirsgirêka çeteyên DAIŞˈê yên di girtîgehan de û malbatên wan ên li kampan re were dîtin.

Share This Article