bi dirûşma ”Bi ruhê biratiya gelan em ê Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin” desteya ciwan û Werzîşê ya kantona Reqayê û yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşbirka hespên resen li bajarê Reqayê li dar xistin.
Di turnuvayê de endamên Meclisa Werzîşê li kantona Reqayê, yekîtiya Werzîşê, şêx û rûspiyên kantonê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.
Tûrnûvo ji deh geryan pêk hat: gera yekem û duyemîn 1000 metre bû, gera sêyem û çarem 2000 metre bû, gera pêncem 800 metre bû, gera şeşem 1400 metre bû, ya heftemîn û heştem 1400 metre bû. ya nehan 1600 metre bû, û gera ya dawî jî ji bo siwarên ku di gerên berê de bi ser neketin bû.
Tûrnûvo bi xelatkitina kesên serkeftî ji aliyê şêx û rûspiyên kantonê, yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Ciwanan û Werzîşê li Reqayê bi dawî bû..
