Xelkên bajarokê Sirînê û Kongira Star a Helebê bi meşên cuda êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin.
Meşvanan gotin, çi dibe bila bibe ew ji axa xwe dernakrvin.
şeva 23’ê Cotmehê dewleta tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û topan êrîşî seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê kir.
êrîşên dewleta tirk rastî bertekên tund ên welatiyan hat.
welatiyên bajarokê sirînê ya girêdayî bajarê kobanê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê meşek li dar xistin.
Meş bi dirûşma” em êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin” li çerxereya şehîdan li dar ket û li pira bajarok veguherî mîtingê.
welatiyên sirînê di mîtingê de diyar kirin ku çi dibe bila bibe ew ji axa xwe dernakrvin.
Li aliyekî din kongra star a taxa şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi heman armancê meşeke girseyî li dar xist.
Meş ji pêşiya Hola 8ˈê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir her wiha li Çerxerêya Şehîd Gulê Selmo veguherî mîtingê.
Di mîtingê de hat gotin ku, Ji bilî berxwedan û mayîna li ser axa xwe tu vebijêrk li pêşiya wan nîn in.
Meş bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.
Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker peyama berxwedanê didin û dibêjin, ew in xudiyê vê ax ê.
