MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A CIZÎRÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got, armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina destkeftiyên şoreşê û koçberkirina gelê herêmê ye.

Her wiha diyar kir ku, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwîna şehîdan hatiye avdan û heta dawiyê dê destkeftiyên şoreşê werin parastin.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê banga mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê kir.

Share This Article