Bi boneya salvegera 7’emîn a rizgarkirina Reqayê, îro Rêveberiya Xweser şahiyeke girseyî li kantonê dar xist.
Şahî bi dirûşmeya “Me bi rihê şehîdan bajarê xwe rizgar kir, em ê heta têkbirina dagirkeriyê û bidestxistina azadiyê têkoşînê bidomînin” li stadyuma Beledî ya Reqayê hat lidarxistin.
Tevî şêniyên kantona Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de axaftin hatin kirin û rizgarkirina Reqayê weke gaveke giring û dîrokî hate binavkirin.
Her wiha komên hunerî jî berhemên xwe pêşkêş kirin û dîlan hate gerandin.
XELKÊN REQAYÊ SALVEGERA 7’EMÎN A RIZGARKIRINA BAJARÊ XWE PÎROZ KIRIN
