Berdevkê desteya perwerdeyê ya kantona Reqayê Îsmaîl El Ehmed got, di nava 7 salan de guhertinên dîrokî di qada perwerdeyê de pêk hatin.
Her wiha Îsmaîl El Ehmed da zanîn ku, minhacê perwerdeyê bi metodên akademîk û zanistî hatiye sazkirin.
Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, piraniya dibistanên Reqayê û binesaziya wê wêran û kavil bûn, lê piştî rizgarkirina bajêr proseya perwerdeyê bi rengekî nû û aktîv dest pê kir.
Di çarçoveya rêgezên paradîgmaya neteweya demokratîk de û bi metodên pêşketî desteya perwerdeyê ya kantona Reqayê xwendekar ji nû ve li dibistanan vegerand û dest bi xwendinê kir.
Her wiha dibistanên kavilbûyî jî li gorî derfetan ji nû ve çaksaz kir û pêdawistiyên xwendekaran dabîn kir.
Berdevkê desteya perwerdeyê ya kantona Reqayê Îsmaîl El Ehmed got, di nava 7 salan de guhertinên dîrokî pêk hatin. Her wiha Îsmaîl El Ehmed da zanîn ku, minhacê perwerdeyê bi metorên akademîk û zanistî hatiye sazkirin.
Desteya perwerde û fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bi awayekî berdewam ji bo pêşxistina sektora perwerdeyê di nava hewldanan de ye û sal li pey salê gavên mezintir diavêje.
