LI REQAYÊ DEWREYEKE JI 200 LEŞKERÊN ERKA XWEPARASTINÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Akademiya Şehîd Kesko ya Hêzên Erka Xweparastinê li kantona Reqayê dewreya leşkerî ya bi navê şehîd “Şerhat Qamişlo” bi dawî kir.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û hejmarek ji şêniyên Reqayê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir.

Piştre toreneke leşkerî ji bo 200 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê hat lidarxistin.

Di merasîmê de axaftin li ser navê rêveberiya Akademiyên kantona Firatê hat kirin, bidawîkirina dewreyê li şervanan hat pîrozkirin û hat destnîşankirin ku pêwîst e hemû pêkhate hevgirtî bin.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi pêşandanên tektîkên leşkerî yên Hêzên Taybet ên Erka Xweparastinê bi dawî bû.

 

Share This Article