Endamên kongra star ên bajarê Dêrikê têkildarî pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan gotin, ew ê bi têkoşîn û berxwedanan xwe pergala qirkirinê ya li îmraliyê bişkînin.
Endaman bang li jinan kirin ku xwedî li raman û felsefeya rêber apo derkevin.
Her ku diçe Dewleta Tirk a dagirker pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike.
Ji adara sala 2021’an ve heya niha, bi hincetên cezayên displînê, daxwazên malbat û parêzeran yên pêkanîna hevdîtinê, tên qedexekirin.
Li hember pergala êşkenceyê ya li îmraliyê li seranserî kurdistan û cîhanê çalakiyên girseyî tên lidarxistin.
Endamên Kongra Star ên Bajarê Dêrikê bang li jinan kirin ku xwedî li raman û felsefeya Rêber apo derkevin .
Her wiha Endamên kongra star dan zanîn ku, dewleta Tirk a dagirker ji ramanên Rêber APO ditirse, ji lewre pergala êşkence û qirkirinê girantir dike.
Ji bo pêkanîna hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, her hefteyê du caran Parêzerên Rêber APO serlêdanê dikin, lê daxwazên parêzeran bê bersiv dimînin.
Li hember pergala êşkence û qirkirinê, rêxistinên mafên mirovan jî bêdeng in.
