Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Efrîn-Şehba îro ji bi armanca şermezarkirina pergala êşkenceyê li îmraliyê panelek diyalogê bi navê “Çîroka min çîroka her kesî ye” li dar xist.
Panel li hola Ş.Axîn Walat a Tevgera Çand û Hunerê ya li bajarokê fafînê li dar ket.
Hemû sazî, meclîs, partiyên siyasî û tevgerên rêxistinî yên jinan tevlî panelê bûn.
Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê persbektîvên Rêber APO hatin xwendin û bendên panêlê ku li ser 4 pirsan hatibû dabeşkirin ji mêvanan re hatin xwendin.
paşê beşdaran nêrînên xwe anîn ziman.
panel bi encamnameyekê bi dawî bû, ji xalên encamnameyê xurtkirina asta tekoşînê li dijî pergala li Îmraliyê û pêşxistina perwerdeyên derbarê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de.
YEKÎTIYA JINÊN CIWAN A EFRÎN-ŞEHBA PANELEK LI DAR XIST
