KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA BI BONEYA SALVEGERA QETILKIRINA JÎNA EMÎNÎ MEŞEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Kombûna Jinên Zenûbya ya Dêrazorê, bi boneya salvegera duyemîn a qetilkirina Jîna Emînî ku serhildana “Jin Jiyan, Azadî” da destpêkirin, meşek li dar xist.
Meş li herêma El-Meamil li dar ket û tê de hejmareke mezin ji rêxistinên jinan, serok û endamên desteyên sivîl, rêveber û meclîsên Dêrazorê beşdar bûn.
Jinan pankartên sûcên li dijî jinan, di nav de wêneyên jina Kurd Jîna Emînî, ku bû çirûskek ji bo serhildanên li seranserê cîhanê, berz kirin.
beşdaran soza berdewamkirina têkoşîna xwe ya li dijî êşkenceya curbecur û veguherandina berxwedana jinê bo serhildaneke cîhanî, dan.

Share This Article