KONGRA STAR SÛCÊN DEWLETA TIRK ÊN LI EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star a Helebê bi daxuyaniyekê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî şermezar kir.
Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanc ji êrîş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker pêkanîna guhertina demgorafîk e.
Her wiha kongra star da zanîn ku êrişa li ser sivîlên gundê Kaxirê komkujiya şeva Newroza 2023’yan a li Cindirêsê tîne bîra mirov ku di encamê de 4 ciwan şehîd bûn.
Di dawiyê de kongra star destnîşan kir ku civaka navneteweyî û hêzên îdiaya demokrasiyê dikin berpirsên van sûcan in.

Share This Article