Xelkên bajarê Qamişlo îro serdana konê sersaxiyê yê ji bo şehîd Dijwar Qamişlo hatiye vedan kirin, di bin konê sersaxiyê de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn.
Xelkên Qamişlo, rêveber û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana konê sersaxiyê yê li Taxa Cudî hatiye vedan kirin.
Di konê sersdaxiyê de piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin her wiha soza şopandina xeta şehîdan û bilindkirina têkoşînê hat dayîn
Konê sersaxiyê bi dirûşma” Şehîd Namrin” bi dawî bû.
