Komîteyên ragihandinê yên meclisên malbatên şehîdan li kantona cizîrê bi daxuyaniyekê cezayên darvekirinê ku rêjîma îranê li jinan dibire şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de cezayên darvekirinê yên li dijî pexşa ezîzî û şerîfe muhemedî û bi dehan çalakvanên jin ji hêla îranê ve hate şermezarkirin û hate gotin kiryarên rêjîma îran israra jinan ya li ser têkoşîn û berxwedanê zêdetir dike.
komîteyên ragihandinê bang li cîhan û rêxistinên mirovî kirin ku siyasetên çewisandinê yên îranê rawestînin.
Her wiha bang li tevahî kurdistaniyan kirin ku li dijî hemleyên qirkirinê piştgiriyê bidin çalakvanên rojhilatê kurdistan û îranê.
MALBATÊN ŞEHÎDAN CEZAYÊN DARVEKIRINA JINAN LI ÎRANÊ ŞERMEZAR KIRIN
