Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi armanca piştgiriya gel û piştrastkirina li ser avakirina civakeke demokratîk, serdana Dêrazorê kir.
Rêveberiya Xweser di serdana xwe de daxuyaniyek da û tê de şehîdên komkujiya ku hikêmeta şamê li Dêrazorê pêk aniye bi bîr anî.
Her wiha Rêveberiyê tekez kir ku ew mil bi mil bi xelkên Dêrazor, QSD û hêzên leşkerî re ne.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku, bila her kesên ku dixwazin aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin zanibin, QSD, xelkên dêrazorê û eşîrên herêmê dê bi hev re li hember êrîşan li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin.
Rêveberiya Xweser di dawiyê de anî ziman ku ew ê projeya neteweya demokratîk û avakirina civakek demokratîk ku tê de edalet û wekhevî hebe li tevahî Sûriyê bidomînin.
RÊVEBERIYA XWESER JI BO PIŞTGIRIYA GEL SERDANA KANTONA DÊRAZORÊ KIR
