GERÎNENDEYA TÊKILIYÊN DERVE: ARMANCA HÊZÊN TÊKDER JINAVBIRINA ARAMIYA HERÊMÊ YE

Rojava Tv
2 Min Read

Hevserokê gerînendeya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Fener El Kiêt derbarê êrîşên leşkerên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El wetenî yên li dijî Dêrazorê ji Rojava TV re axivî.

Kiêt got, armanca hêzên herêmî ji aloziyên li Dêrazorê, têkbirina aramiya herêmê ye.

Her wiha hevserokê gerînendeya Têkiliyên Derve helwest û sekna gel ya piştevanîkirina QSD’ê silav kir û banga diyaloga Sûrî- Sûrî kir.

Ev heyama çend rojan e êrîşên leşkerên Hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfaa El- Wetenî yên li dijî deverên sivîlan ên rojhilatê kantona Dêrazorê dewam dikin.

Li hember planên têkder, qebîle û eşîreyên Dêrazorê piştevaniya xwe ya ji bo QSD’ê û Rêveberiya Xweser dupat û piştrast dikin.

Têkildarî geşedanên dawiyê, hevserokê gerînendeya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Fener El Kiêt ji Rojava TV re got, armanca hêzên herêmî ji aloziyên li Dêrazorê, têkbirina aramiya herêmê ye.

Her wiha hevserokê gerînendeya Têkiliyên Derve helwest û sekna gel ya piştevanîkirina QSD’ê silav kir û banga diyaloga Sûrî- Sûrî kir.

Tebaxa sala derbasbûyî jî, çekdarên ser bi Îran û Hikûmeta Şamê ve bi heman awayî êrîşî rojhilatê Dêrazorê kirin, lê şervanên QSD’ê bi alîkariya gel ew êrîş têk şkandin û careke din aramî li herêmê serwer kirin. Vê carê jî dîsan QSD’ê dupat dike ku êrîşên çekdaran mehkûmî têkçûnê ne.

Share This Article